Leyen: Biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaş de zelal e

06-04-2021
Serokê Konseya YEyê Mîchel û Seroka Komîsyona YEyê Leyen bi Erdogan re civiyan
Serokê Konseya YEyê Mîchel û Seroka Komîsyona YEyê Leyen bi Erdogan re civiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen ragihand ku ragihand ku nabe li ser mijara mafên mirovan gotûbêj bêne kirin û got: “Biryaarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Demîrtaş û Kavala de zelal in û Girîng e Tirkiye pabendê biryarên DMMEyê bibe.”

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Leyen bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiyan. Civîna li Koşka Serokomariya Tirkiyê bi qasî 2 saet û 45 xulekan berdewam kir.

Ursula Von der Leyen û Charles Michel li Enqere piştî hevdîtina ligel Erdogan daxuyanî dan.

Di nirxandina xwe ya derbarê hevdîtinên ligel berpirsên Tirkiyê de Charles Michel got: “Me ligel Erdogan têkildarî paşeroja peywendiyên Yekîtiya Ewropa-Tirkiyê hevdîtineke rastgo kir. Biryara vekişandina ji Peymannameya Stenbolê xirab bû. Kêmkirina rageşiyên li Rojhilatê Deryaya Spî pêngavên erênî bûn û divê ew rewş were bihêzkirin.”

Michel herwiha tekez kir ku divê tevahiya çekdarên biyanî yên li Libyayê vekişin.

Ursula Von der Leyen jî diyar kir ku ji bo bihêzkirina peywendiyan hevdîtin ligel Erdogan kirine û got: “Serdestiya hiquq p mafên bingehîn gelek girîng in. Nabe li ser mijara mafên mirovan gotûbêj bêne kirin. Biryaarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de zelal in û Girîng e Tirkiye pabendê biryarên DMMEyê bibe.”

Leyen herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin peywendiyên xwe ligel Tirkiyê baştir bikin û rewş dê di demên pêş de diyar bibe.

Ev yek di demekê de ye ku berpirsên Yekîtiya Ewropayê gefa wê yekê kirine ku eger Tirkiye li ser siyasetên xwe yên wan demên borî berdewam be, ew dê sizayên tund li ser Enqerê de bisepînin. Eger Erdogan amadeyî hevkariya ligel Yekîtiya Ewropayê nebe, dê her tişt bê astengkirin.

Di civîna lûtkeya herî dawî ya serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê de, ew yek hatibû pesendkirin ku eger Tirkiye li ser helwêsta xwe ya erênî ya niha û kêmkirina aloziyan li rojhilatê Deryaya Spî berdewam be, Yekîtiya Ewropayê dê hevkariyên xwe yên bi Tirkiyê re di warê aborî û siyasî de pêş bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst