RAPIRSÎ - Baweriya %60ê xelkê bi aboriya Tirkiyê nemaye

06-04-2021
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Metropoll Tirkiye Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînên Siyasî û Civakîya MetroPOLLê rapirsiyek derbarê aborî, Peymannameya Stenbolê û çendîn mijarên din ên Tirkiyê de kiriye.

Li gor rapirsiyê, baweriya ji sedî 60ê xelkê ji ber guhertina çar serokên Banka Navendî ya Tirkiyê di hundirê 21 mehan de, bi şiyana hikûmetê nemaye di mijara rêvebirina aboriya welat û başkirina rewşa aboriya Tirkiyê de.

Di beşekî din ê rapirsiyê de pirs hatiye kirin gelo di çarçoveya bilindbûna berdewam a bihayê kelûpelan de li bazarê, rêjeya enflasyonê di çi rewşekê de ye? Di encamê de nerîna xelkê wiha bûye ku rêjeya enflasyonê di navbera %40 heta %46an de ye.

Her li gor rapirsiyê, %63.1ê xelkê di wê baweriyê de ne ku hikûmet bo veşartina şikestinên xwe yên di warê aborî û siyasî de, hewara xwe dighîne rojevkirina mijarên asayîşa niştimanî, destêwerdana derve, provokasyon, têkdana rewşa navxwe ya Tirkiyê û desteserkirina xelkê.

Herwiha %52.3ê xelkê dijî biryara vekişîna hikûmeta Tirkiyê ne ji Peymannameya Stenbolê ya dijî tundûtûjiya beramber jinan û tundûtûjiya nav malbatê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst