Li Stenbolê 8 endam û alîgirên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 8 endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tohmeta endamtî û hevkarîkirina PKKê hatin desteserkirin.

Vê sibê Sêşembê 6ê Nîsana 2021ê tîmên antî-terorê yên ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîsên Stenbolê ve, li ser raspardeya Dozgerê Giştî yê Stenbolê operasyonek bo ser endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de, tîmên polîsan li 9 bajarokên Stenbolê bi ser çendîn navnîşanan de girtin.

Li gor zanyariyan di encama biserdegirtina wan cihan de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 8 kes desteser kirin, ku endam û alîgirên HDPê ne, lê nasnameya wan hêj nehatiye diyarkirin.

Kesên desteserkirî bi armanca lêpirsînê bo Rêveberiya Giştî ya Polîsên Stenbolê hatin şandin.