RAPIRSÎ - DEM Partî li Stenbolê di rêza çendan de ye?

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan ASAL Rapirsî DEM Partî CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê ku li Stenbolê kiriye ferqa dengên berbijêrê CHPyê û AK Partiyê 1 puan e û DEM Partî jî di rêza sêyemîn de ye.

Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê li parêzgeha Stenbolê di navbera 23 û 27ê Sibatê de bi rêya telefonê derbarê hilbijartinên 31ê Adarê de rapirsiyek kir.

Rapirsî bi beşdariya 2 hezar kesî hatiye kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wiha ne:

CHP - Ekrem Îmamoglu - ji sedî 41,9

AK Partî - Murat Kurum - ji sedî 40,8

DEM Partî - Meral Daniş Beştaş/Murat Çepnî - ji sedî 4,5

ÎYÎ Partî - ji sedî 3,6

Partiya Yenîden Refahê - ji sedî 2,9

Partiya Zaferê - ji sedî 2,5

Partiya Memleketê - ji sedî 0,9

Partiya Saadetê - ji sedî 0,5

Yên din - ji sedî 2,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst