Hevpeymaniya Milet di civînê de ye; biryar e berbijêrê Serokkomariyê bê ragihandin

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Milet a ku di civînê de ye, tê çaverêkirin ku berbijêrê xwe yê serokomariyê rabigihîne. Her wiha Seroka IYI Partiyê Meral Akşener a biryara vekişîna ji hevpeymaniyê ragihandibû biryar da ku beşdarî civînê bibe û ji aliyê Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ve hate pêşwazîkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û bi biryareke dawî Seroka IYI Partiyê Meral Akşener bi mazûvaniya Partiya Saadetê civînekê pêk tînin ku derdora demjimêr 14:00an de dest pê kir.

Berî civînê Kiliçdaroglu û Akşener civiyan

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu ragihand ku Meral Akşener û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiyane û Akşener dê beşdarê civîna îro ya Hevpeymaniya Millet bibe.

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu piştî hevdîtina Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyek da û got dê seroka partiya wan Meral Akşener beşdarî civîna Maseya 6 Partî bibe.

Zorlu got, “Seroka me ya giştî biryar daye ku îro beşdarî civîna Hevpeymaniya Millet ya li Partiya Saadetê bibe.”

Di daxuyaniya hevpar a piştî civîna berê de hatibû gotin, “Em bi biryar in ku Tirkiye ya sibe ava bikin û vejînin. Bêyî ku tu kesî derve bihêlin ji nava 85 milyon gelê xwe, dilê kesî bişkînin, baweriyê bişkînin em ê rêya xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst