Şêwirmendê Erdogan: Cîgiriya Serokkomariyê ya Îmamoglu û Yavaş binpêkirina destûrê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Mehmet Uçum ragihand cîgiriya Serokkomariyê ya Serokên şaredariyên Enqere û Stenbolê binpêkirina destûrê ye ku merca sereke ya vegerîna Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener e bo ser maseya 6 partiyên opozîsyonê.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener roja Înê 3ê Adara 2023an piştî ku pêşniyara wê ya berbijêriya Serokkomariyê ya Serokê Şaredariya Enqere Mansur Yavaş û Serokê Şaredariya Stnebolê Ekrem Îmamoglu ji aliyê 5 partiyên opozîsyonê ve hatibû redkirin ji ser maseya 6 partiyan vekişiyabû. Her 5 partiyên din ên opozîsyonê li ser navê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu lihev kiribûn ku ev yek ne bi dilê Seroka ÎYÎ Partiyê bû û sedema vekişîna wê bû.

Akşener îro Duşemê 6ê Adara 2023an piştî çend civîn û gotûbêjan û bi destpêşxeriya Îmamoglu û Yavaş careke din vegeriya nav Tifaqa Millet. Lê bi mercê ku Serokên Şaredariyên Enqere û Stenbolê bibin cîgirên bi bandor û karbidest ên berbijêrê wan ê Serokkomar,  eger di  hilbijartinên bê de bê hilbijartin.

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê û Serokwekîlê Desteya Polîtîkayên Huquqê Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ev pêşniyara Akşener binpêkirina destûra Tirkiyê ye.

Uçum got: “Li gor destûrê meqama vesayetê û serokeyetiya şaredariyê ti car nabin yek. Di heman demê de cîgiriya Serokkomariyê û Serokaeytiya Şaredariyê ya heman kesî bi awayekî eşkere binpêkirina destûrê ye. Hewlên çareseriyê bo berjewendî û planên mêtîngkaran derveyî hiquqê û vala ne. Gel dê hesabê bipirse.”

Berevka Partiya Karkerên Tirkiyê û Parlamentera Stenbolê Sera Kadigil jî  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva şêwirmendê serokkomarê Tirkiyê da û got: “Li gor destûrê kesê ku ne derçûyê zanîngehê be nikare bibe serokkomar. Li gor destûrê kesê ku 2 caran hat hilbijartin nabe ku cara 3emîn bibe berbijêrê postê Serokkomariyê, Li gor yasayê guherîna di yasaya hilbijartinê de salek berî wê guherînê nayê cîbicîkirin. Li gor yasayê Serokkomar nabe ku sonda bêalîbûna xwe ku li ser şerefa xwe xawariye xirab bike. Belê gel dê hesabê hemûyê bipirse.”