Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi rojeva rewşa dawî ya herêma erdheja Mereşê û hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê dicive.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 6ê Adara 2023an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive. Di rojeva kabîneyê de ligel du mijarên sereke pirsgirêka kirêya zêde ku piştî erdhejê bûye rojev jî heye.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de derbarê erdheja 6ê Sibatê de zanyarî bên dayîn û kêmasiyên hene bên gotûbêjkirin. Herwiha ji nûve avakirina herêmê jî dê mijareke serekî be.

Ligel vê yekê girêdayî hilbijartinên Serokkomariyê ku beriya niha dîroka wê wek 14ê Gulanê hatibû destnîşankirin jî dê nirxandin bên kirin û li ser eşkerekirina dîroka hilbijartinê û çawaniya proseya hilbijartinê gotûbêjek bê kirin.

Hevpeymaniya Millet jî ku beriya çend rojan IYI Partî jê vekşiya bû û bi 5 partiyan civîna xwe berdewam kiribûn dê berbijêrê xwe yê Serokkomariyê eşkere bikin.