Pêncemîn Pêşengeha Geştiyarî li Enqerê bi rêve çû

06-03-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Enqere Pêşengeha Geştiyarî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Pêşengeha Geştiyarî li Enqerê bi rêve çû, lê îsal ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê beşdariya pêşengehê li gorî salên borî gellek kêm bûye. Beşek kompanyayên geştiyarî jî bi hêvî ne ku eger xelkê Rusyayê nekare ji bo geştiyarî seredana Ewropayê bike zêdetir berê xwe bidin Tirkiyê.

Pêncemîn pêşengeha geştiyarî li enqerê birêve çû. Di pêşnegha îsal de piraniya kompanyayan beşdar nebûn û salona pêşengehê li gorî salên borî vala ma. Gellek kompanyayên geştiyarî jî ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê êdî giringiya xwe didin geştiyarên navxweyî, beşek bajarên bakurê kurdistanê jî  hewil didin ku sûdê ji geştiyariya navxweyî bibînin.

Parlementerê AK Partiyê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlik got “Em spasiya Colemêrg û Şirnaxê dikin, me jî standên xwe vekirine. Spas bo Xwedê êdî em jî li her derê hene. Em êdî li Enqerê, li Stenbolê, li Îzmîrê jî li Antalyayê jî em hene. Em dê êdî li her derê Tirkiyê hebin.”

Her çende pêşenga geştiyarî pêşengeheke nêwdewletî jî be rêveberiyên geştiyarî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê elaqeyek mezin nîşandane. Di pêşengeha îsal de bajarê Colemêrg û Şirnaxê bi tîmên mezin beşdar bûn.

Serokê Kompanyaya Geştiyarî Şehrî Nuh Yusuf Som dibêje “Em û insanê xwe hatine cem hev. Me li vir taştêya Colemrgê dît. Berhemên welatê me gellek baş in.”

Serokê Yeketiya Geştiyarên Antalyayê jî di wê baweriyê de ku îsal ji ber hemwelatiyên Rusyayê êdî nikarin weke berê biçin welatên Ewropî, ihtimal heye ku werzên havînê hejmara geştiyarên Rusî yên seredana Tirkiyê dikin zêdetir bibin.

Serokê Yeketiya Geştiyarên Antalyayê Birol Akman ragihand “Bi taybetî êdî ji Ukraynayê ji ber şer kes nikare weke geştiyar were. Lê ji bo Rûsyayê mijar hindek cudatir. Çima ji ber ku Tirkiyê çi dorpêçeke aborî li hember Rûsyayê diyar nekirin. Em hem dostê Rûsyayê hem jî dostê Ukrayanayê ne.”

Di pêncemîn pêşengeha geştiyarî de mêvanê taybet yê îsal îran bû. lê her ji ber rewşa şer hejmara kompanyayên beşdar yên îranî jî gellek kêm bû.

Xwediyê Kompanyaya Geştiyarî Amirpoyan Tebîbî diyar kir “Derbarê peywendî û çalakiyên geştiyariyê di navbera Tirkiyê û Îranê de, her kes dizane ku xelkê Îranê gelek ji Tirkiyê hez dikin. Em daxwaz ji xelkê Tirkiyê dikin ku serdana Îranê bikin, ji ber ku Îranî mêvanperwer in, Îran welateke pir xweşik e.”

Tirkiye salane derdora 10 milyon geştiyaran ji Rûsya û Ukraynayê pêşwazî dike. Li gorî raporan pêşbînî tê kirin ku ji ber şerê her du welatan kerta geştiyarî ya Tirkiyê derdora 5 milyar dolaran zerermend bibe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst