Tirkiye: Me bi qasî têrê bike rûn heye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanê ê Tirkiyê Vahit Kirişçi derbarê mijarê rûn de ragihand ku bi qasî têr bike rûn li welatê wan heye.

Tirkiye ku yek ji wan welatan e ji sedî 70ê rûnê xwe yê  xwarinê ji welatên Ukrayna û Rûsyayê hawirde dike û piştî çend rojên ku şer berdewam e bihayê rûn zêdetir bûye.

Li ser medya civakî dîmen hatine belavkirin ku bi sedan welatî ketine nav marketan û hewil didin rûn bistînin û tê îdîakirin ku krîza rûn heye. Beşek ji zîncîre marketên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryar dane ku firotina rûn sînordar bikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Vahit Kirişçi li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îdîaya ku li Tirkiyê krîza rûn heye de daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Ew zanyariyên ku derbarê nebûna xorak û rûn de hatine belavkirin ne rast in. Me tedbîrên pêwîst wergirtine. Qasî ku têrî welatê me bike rûn heye. Rewşeke ku bibe sedema metirsiyê nîne.”

Herwiha sedemek din a derketina krîza rûn li Tirkiye û Kurdistanê jî ew e ku Rûsya li Deryaya Azak rê nade 16 keştiyên ku barê wan rûn e derbasî Tirkiyê bibin. Pispor dibêjin  rewş bi vî awayî berdewam be eger heye Tirkiye bê rûn bimîne.