Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanê ê Tirkiyê Vahit Kirişçi derbarê mijarê rûn de ragihand ku bi qasî têr bike rûn li welatê wan heye.
Tirkiye ku yek ji wan welatan e ji sedî 70ê rûnê xwe yê xwarinê ji welatên Ukrayna û Rûsyayê hawirde dike û piştî çend rojên ku şer berdewam e bihayê rûn zêdetir bûye.
Li ser medya civakî dîmen hatine belavkirin ku bi sedan welatî ketine nav marketan û hewil didin rûn bistînin û tê îdîakirin ku krîza rûn heye. Beşek ji zîncîre marketên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryar dane ku firotina rûn sînordar bikin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Vahit Kirişçi li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îdîaya ku li Tirkiyê krîza rûn heye de daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Ew zanyariyên ku derbarê nebûna xorak û rûn de hatine belavkirin ne rast in. Me tedbîrên pêwîst wergirtine. Qasî ku têrî welatê me bike rûn heye. Rewşeke ku bibe sedema metirsiyê nîne.”
Herwiha sedemek din a derketina krîza rûn li Tirkiye û Kurdistanê jî ew e ku Rûsya li Deryaya Azak rê nade 16 keştiyên ku barê wan rûn e derbasî Tirkiyê bibin. Pispor dibêjin rewş bi vî awayî berdewam be eger heye Tirkiye bê rûn bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse