Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza rûn

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ji ber egera bihabûna nirxê rûn diçin marketan daku rûn bi erzanî bikirin. Di dîmenên li torên civakî belav bûne de tê dîtin, bi sedan welatî bi kom çûne nav marketan û rûn dikirin ev jî bûye sedema qerebalixiyeke zêde. Beşek ji marketan jî li ser vê yekê firotina rûn sînordar kirine.

Bandora şerê Rûsya-Ukrayna

Şerê Rûsya û Ukraynayê li ser asta cîhanê bandorê li ser aboriya welatan dike û dibe sedema bihabûnan. Piştî li beşek ji welatên cîhanê ku pişta xwe bi hawirdeyê ve girêdidin, şer di serî de bihayên petrolê û gaza xwezayî û enerjiyê, heta berhemên xorakê jî di gelek waran de bihabûn çêdibin.

Tirkiye ku yek ji wan welatan e ji sedî 70ê rûnê xwe yê xwarinê ji welatên Ukrayna û Rûsyayê hawirde dike, niha rûbirûyî `krîza bêrûniyê` bûye.

Astengiyên di hawirdekirinê de

Berî şerê Rûsya û Ukraynayê tona rûn bi 1400 dolar dihate hawirdekirin, lê niha ku şer berdewam e û di hawirdekirina rûn de astengî heye, tona rûn gihiştiye zêdeyî 2 hezar dolar û ev yek rasterast rengvedanê li ser bihayî rûnê marketan dike û dibe sedema zêdebûna bihayê rûn. Pispor dibêjin, eger şer berdewam bike dibe ku bihayê rûn zêdetir bibe.

Li ser vê yekê jî piraniya welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku rûn bi bihayek erzantir ji niha de ji xwe re bikirin bi kom berê xwe didin marketan û li beşek ji marketan jî dora rûn heye.

`Dibe Tirkiye bê rûn bimîne`

Di dîmenên ku li torên civakî belav bûne de tê dîtin, bi sedan welatî ketine nav marketan û hewil didin rûn bistînin.

Beşek ji zîncîre marketên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryar dane ku firotina rûn sînordar bikin.

Herwiha sedemek din a derketina krîza rûn li Tirkiye û Kurdistanê jî ew e ku Rûsya li Deryaya Azak rê nade 16 keştiyên ku barê wan rûn e derbasî Tirkiyê bibin. Pispor dibêjin, rewş bi vî awayî berdewam be eger heye Tirkiye bê rûn bimîne.