Erdhejên Mereşê: Desthilat û mixalefet rexneyan li hev digirin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku 2 sal di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê partiyên desthilatê û yên mixalefetê rexneyan li hev digirin.
Di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê re 2 sal derbas bûn lê heta niha pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bi dawî nebûne.
Erdhejan gelek çîrokên dilêş li pey xwe hiştin, Semsûrî dibêjin ew dê vê yekê ji bîr nekin û ew heqê xwe li tawanbaran helal nakin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhanê ku li gel xelkê beşdarî merasîma bibîranînê bû diyar kir ku ew berdewam bi mexdûran re ne got:
“Berpirsên hikûmetê ku gotin dê di nav salekê de hemû pirsgirêkan çareser bikin, mixabin du sal derbas bûne û em dibînin ku wan sozên xwe bi cih neanîne.
Hîn jî xelk di konteyneran de dijî.”
Li gorî biryara hikûmetê, ji bo her malbateke ku xaniyên wan hilweşiyaye 21 hezar dolar wekî alîkarî tê dayîn.
Her wiha dikarin 21 hezar dolarî jî wekî deynê demdirêj wergirin.
“Divê Wezareta Amadekariyê ya Erdhej û Karesatên Xwezayî were avakirin”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî li Semsûrê bû û di mijarên nûjenkirinê û alîkariyê de rexne li hikûmetê girtin û anî ziman:
“Êdî ew pere têra avakirinê nake. Divê bibe du qat.
Min ji wan re gotiye divê Wezareta Amadekariyê ya Erdhej û Karesatên Xwezayî were avakirin.”
Hikûmeta Tirkiyeyê soz dabû ku di nava salekê de 319 hezar xanî, avahî û dikan radestî mexdûran bike.
Heta niha 201 hezar û 580 avahî û dikan hatine radestkirin.
Wezîrê Jîngehê û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Murat Kurum bersiva rexneyan da û got:
“Pêşniyara min ji birêz Ozgur Ozel re, bila nakokiyên navxwe yên partiya xwe deyne aliyekî û li vir bi serokên şaredariyên xwe re biaxive.
Ez bawer im ên ku rexneyan li me digirin di vê dema kurt de nikarin tenê dîzayna 221 hezar xaniyan bikin.”
Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di erdhejên 6ê Sibatê de 53 hezar û 537 kes mirin.
Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurahman Tutdere doh ragihand ku niha 56 hezar kes di konteyneran de dijîn.