Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Şandeya DEM Partiyê du caran çû Girava Îmraliyê û bi aliyên siyasî re civiya ji bo pêvajoya çareseriyê niha çav li Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan in.
Tevî ku dîrok ne diyar e jî tê çaverêkirin Ocalan di rojên pêş de bangawaziyekê li PKKyê bike.
DEM Partî wê banga Ocalan wekî pêngaveke dîrokî dibîne.
"Ocalan xwe ji bo daxuyaniyeke dîrokî amade dike"
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Mesele ne tenê meseleya bangkirinê ye.
Bangawazî dikare bê kirin. Me doh jî got amadehiyeke Birêz Ocalan bo vê mijarê heye.
Me diyar kir ku ew xwe ji bo daxuyaniyeke dîrokî amade dike.
Di vê daxuyaniya dîrokî de birêz Ocalan formula demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurdan a bi rêyên demokratîk û aştiyeke birûmet amade dike."
Heta niha nayê zanîn dê Ocalan bi çi awayî bangawaziya xwe bike.
DEM Partî di vê mijarê de gokê diavêje aliyê desthilatê.
"Desthilat li ser awayê daxuyaniyê biryarê dide"
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî wiha anî ziman:
"Wekî DEM Partî bendewariya me ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û bi xwe di keşûhewayeke wiha de ku azadiya siyasî bi dest xistiye daxuyaniyê bide.
Helbet ev bendewariya me ye lê aliyê ku biryarê li ser awayê wê (daxuyaniyê) dide desthilat e.
Ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me desthilat dê derbarê vê yekê de daxuyaniyekê bide."
AK Partî û MHP li ser banga Ocalan bê deng in.
Lê ÎYÎ Partî ku ji destpêkê ve dijî pêvajoyê ye di vê mijarê de rexneyan li desthilatê digire.
"Hûn dîlên destê kê ne"
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervîşoglu wiha axivî:
"Gelo hûn tevlî çi bûyeran bûne ku hûn anîne wê rewşê ku serokê terorîstan wekî rizgarker bibînin Birêz Erdogan.
Esl û esasê wê meseleyê çi ye ku ev 22 sal in we nekariye pê bidin kirin û eger niha bê kirin hûn wê wekî mucîzeya sedsalê difiroşin.
Hûn dîlên destê kê ne û tiştê hatiye serê we çi ye? Derkevin û vê meseleyê ji me re bibêjin.”
Partiya Yenîden Refahê jî dibêje divê Ocalan demildest û bêyî danîna ti mercî Tirkiyeyê banga xwe bike.
"Eger bangeke wî hebe dikare ji Îmraliyê bike"
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Suat Kiliç got:
"Me gotiye pêwîst nake bê Parlamentoya Tirkiyeyê. Eger bangeke wî hebe dikare ji Îmraliyê bike.
Em ne razî ne ku ew niha wekî qasidekî aştiyê tê pêşkêşkirin û em vê yekê qebûl nakin."
Hikûmeta Tirkiyeyê û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji Abdullah Ocalan dixwazin ku di peyama xwe de banga çekdanînê bike.
Lê Sabrî Okê ku serkirdeyekî PKKyê ye, çend roj berê di hevpeyvînekê de got, "Heta tecrîda giran a li ser rêberê PKKyê ranebe, azad nebe û şert û mercên wî neyên guhertin pêngav ji aliyê wan ve nayên avêtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse