Ji ber berfê li 23 parêzgehan dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 23 parêzgehan ji ber berfa zêde dibistan rojekê hatin girtin.
Pêleke berfê hinek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Bakurê Kurdistanê dane ber xwe û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.
Parêzgariyên bajaran jî li ser rewşa perwerdeyê daxuyanî da.
Li gorî hatiye ragihandin, îro li parêzgehên Sêwaz, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê û li 18 parêzgehên Tirkiyeyê ji ber rewşa neyînî ya avhewayê dibistan dê girtî bin.
Her wiha hat diyarkirin ku karmendên ducanî û karmendên astengdar dê karibin neçin kar.
Li gorî pêşbîniya Saziya Keşnasiyê dê çend rojan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran bibarin.
Li Bakurê Kurdistanê dê li van bajarok, navçeya û parêzgehan dibistan girtî bin:
Sêwaz: Parêzgariya Sêwazê ragihand ku hemû dibistan û saziyên perwerdeyê dê pêncşemê girtî bin.
Her wiha dayikên zarokên wan li kreş û zarokxaneyan hene û karmendên astengdar, ducanî û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene dê karibin neçin kar.
Colemêrg: Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever û Şemzînanê jî ji ber barîna berfê û mercên hewayê dibistan û saziyên perwerdeyê dê îro girtî bin.
Karmendên astengdar û ducanî jî dê karibin neçin kar.
Lê zanîngeh, kreş û zarokxaneyên taybet dê vekirî bin.
Xarpêt: Li Xarpêtê jî ji ber barîna berfê dibistanên li navenda bajêr dê girtî bin. Li navçeyan wê jî qeymeqam dê biryarê bidin.
Li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê jî karmendên astengdar û ducanî dê karibin neçin kar.
Erzingan: Li Erzinganê ji ber barîna berfê ya zêde hemû dibistan û saziyên perwerdeyê dê îro girtî bin.
Li vî bajarî jî ji ber ku berf dê heta nîvro bibare û bandorê li ser hat û çûnê bike, karmendên astengdar û ducanî dê karibin neçin kar.
Dêrsim: Li navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê jî dibistanên ku xwendekar bi servîsan diçin wan dê girtî bin.