DHKP-Cyê piştî 8 salan dîsa êrişî Dadgeha Stenbolê kir: Gelek kes hatin desteserkirin

06-02-2024
Omer Sonmez
Nîşan DHKP-C Dadgeha Çaglayanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Milîtanên rêxistina çepgir (DHKP-C) yê piştî 8 salan careke din êrişî Dadgeha Stenbolê kir.

Şahidên bûyerê ji Rûdawê re axivîn û gotin ku ew 40 deqeyan di hindir de asê mane.

6ê Sibatê, li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat karin.

Di navbera polîs û êrişkaran de pevçûn derket û di encamê de 2 êrişkar hatin kuştin û welatiyek canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 jê polîs 5 kes jî birîndar bûn.

Êrişkarekî ku piştî bûyerê reviya bi awayekî birîndar hat girtin.

Tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku êriş ji aliyê DHKP-Cyê ve hatiye kirin.

Li aliyê din li derdora dadgehê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê êrişê lêpirsîneke pir alî da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de gelek kes hatin desteserkirin

Piştî êrişê polîs, bi ser hin komele û saziyên nêzî DHKP-Cyê de girtin û gelek kes desteser kirin.

Herwiha êrişkarekî ku piştî bûyerê reviya bi awayekî birîndar hat girtin.

Şahidên bûyerê ji Rûdawê re behsa êrişê kirin û gotin ew nêzî 40 deqîqeyan di nav dadgehê de di nav tirs û xofê de asê mane.

Parêzera ku bûye şahidê bûyerê Ecem Ozbek ji Rûdawê re axivî û got:

“Dema êriş çêbû ez li qata 6an a dadgehê li benda dozê bûm. Wê demê min dengek bihêz bihîst.

Mirov bi metirsî li derdorê reviyan û xwe avêtin erdê. Heta hişyariya polîsan li erdê man û xwe spartin cihên ewle.”

Şahida bûyerê Banu Polat jî got:

“Ez ji deriyê welatiyan ketim hundirê dadgehê. Piştî çend keliyan dengê çekan hat. Polîs û dozger nehîştin em bi cihekê ve biçin. Destûr nedan em telefon jî bikin.

Piştî 40 deqeyan me ji deriyê Byê derxistin derve.”

Şahidê bûyerê Mahir Yıldız got:

“Min karên xwe yên li edliyeyê xilas kir û min berê xwe da deriyê derketinê.

Wê demê min dengê çekan bihîst. Her kes ditirsiya. Nehîştin ti kes derkeve derve.”

Piştî êrîşê polis bi ser hin komele û saziyên nêzî DHKP-Cê ne kirin û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Milîtanên rêxistina çepgir DHKP-C, di sala 2015an de jî êrîşî Dadgeha Çaglayanê kiribûn û serdozger Mehmet Selim Kirazlı kuştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst