DEM Partiyê ji bo Bursayê biryar da

06-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Bursa Mehmet Denîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Bursayê Mehmet Denîz diyar kir ku ew dê li Bursayê û hemû bajarên mezin berbijêrên xwe diyar bikin.

Denîz herwiha ragihand ku ew dê 9ê Sibatê berbijêrên Şaredariyên Bajarê Mezin a Bursayê û navçeyên wê ragihînin.

Mehmet Denîz têkildarî stratejiya DEM Partiyê ya hilbijartinê ya Bursayê ji Tiviportê re axivî.

Denîz di axaftina xwe de got, “Me dixwest, Bursa jî di nav de li hemû metropolên Rojava berbijêrên xwe eşkere bikin. Ev meyla me veguheriye biryarê.

Em dê meha Sibatê berbijêrên xwe yên Şaredariyên Bajarê Mezin û navçeyên Bursayê ji raya giştî re eşkere bikin.”

Denîz ragihand ku berbijêrên wan hîn diyar nebûne û got:

“Hewzeke me ya berbijêran heye. Di vê hewzê de berbijêrên me yên potansiyel û hem jî yên dixwazin bibin berbijêr hene.

Komîsyona hilbijartinê dê heta roja înê xebatên xwe eşkere bike.”

Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a CHPyê Mustafa Bozbey, Serokê CHPyê yê bajêr Nîhat Yeşîltaş û parlamenterê CHPyê yê Bursayê duh çûn serdana serokatiya bajêr a DEM Partiyê.

Denîz têkildarî hevdîtinê agahî parve kirin û got:

“Şandeya CHPyê meyla me ya li Bursayê pirsî. Me jî got meyla me ya derxistina berbijêrekî vegeriya biryarê.”

Deniz da zanîn ku, tevî qeyûm hatine tayînkirin jî li Tirkiyeyê 11 şaredariyên DEM Partiyê hene.

Denîz bi bîr xist ku li Bursayê 110 hezar dengên DEM Partiyê hene û got ku ew di siyasetê de navendeke girîng a hêzê ne. Denîz got ku pêwîst e serdana şandeya CHPyê bi vê perspektîfê were nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst