Li Stenbolê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat Karin û di êrişê de 5 kes birîndar bûn ûji bilî 2 êrişkaran welatiyekî canê xwe ji dest da.

Li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê îro bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê êrişî de daxuyanî da û got ew êriş demjimêr 11:46an pêk hat.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişê de 2 kesên êrişkar hatin kuştin û ji bilî 3 polîsan 3 kesên din jî birîndar bûn.

Gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyan.

Li nexweşxaneyê birîndarekî din jî canê xwe ji dest da.

Herwiha ketin û derketina ji dadgehê hat rawestandin û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Şaban Yilmaz û wekîlên serdozger li cihê bûyerê lêkolînê dikin.

“Navên wan eşkere bûn”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku ew êriş ji aliyê DHKP/Cyê ve hatiye kirin.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku navên wan kesan E.Y. û P.B ne û ew hatine kuştin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bûyerê daxuyanî da û got:

“Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê êrişê de lêpirsîneke piralî daye destpêkirin.”

Yilmaz Tunç ew êriş şermezar kir.

Nasnameya êrişkaran hat eşkerekirin

Di lêkolîna hat kirin de hat tesbîtkirin, êrişkarên hatin kuştin, Pinar Birkoç û Emrah Yayla yên endamên rêxistina DHKP/Cyê ne.

Êrîşkarekî piştî bûyerê reviya bi awayekî birîndar hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.