Fahrettîn Koca li Hatayê hat protestokirin

06-02-2024
Nîşan Fahrettîn Koca Hatay Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca di salvegera ewil a erdhejê de li Hatayê hat protestokirin.

Parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de xisareke gelekî mezin dît.

Di salevegera ewil a erdhejê de li Hatayê merasîmên bibîranînê hatin kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca jî tevî bernameya bibîranînê ya fermî bû

“Ka alîkarî?”

Girseya ku kom bûbû bertek nîşanî Koca da û kesekî bi dengekî bilind wiha got:

“We got alîkarî, ka alîkarî? Kesên ku di vê baran û mijê de li konteyneran û konan dijîn hene.

Bi qasî barê barhilgirekê kefen hatin vî bajarî. Bargilgireke tije kefen ji bo bajarekî bes e?”

Fahrettîn Koca piştre bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got, ev dem ne dema protestoyan e.

Herwiha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Lutfu Savaş jî dema bibîranînê hat protestokirin.

Lutfu Savaş rastî bertekeke tund a xelkê hat û dirûşmên “îstifa”yê berz bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst