Demirtaş: Girtî hemû amade ne xwînê bidin û betaniyên xwe ji mexdûrên erdhejê re bişînin

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demîrtaş Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku hemû girtiyan serlêdan kirine û amade ne xwînê bidin. Her wiha daxwaz kir ku ji bo xebatên rizgarkirina kesên dibin xanî û avahiyan de mane bi awayekî demkî be jî destûrê bidin girtiyan ku beşdar bibin.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaz ji parlamento û hikûmeta Tirkiyê kir ku bihêlin girtî jî alîkariyê mexdûrên erdhejê bikin û got, “Li girtîgehê me hemûyan bo dayîna xwînê serlêdan kiriye. Em dixwazin betaniyên xwe jî ji gelê xwe re bişînin. Di vê mijarê de bila bo me asankarî bên kirin.”

Demirtaş her wiha daxwaz dike ku girtî bikaribin bi malbatên xwe re bikevin têkiliyê û dibêje, “Birêz wezîr, li girtîgehan bi deh hezaran kes ji malbatên xwe agahiyan wernagrin. Bila her roj mafê telefonê bidin, bila destûrê bidin malbatan ku ligel girtîgehan peywendiyê deynin û bi kesûkarên xwe re biaxifin.”

Demirtaş dibêje, “Bi hezaran kesên bi awayekî nedadperwerane di girtîgehan de tên girtin, ji hucreyên xwe temaşeyî vê felaketê dikin, li bermaberî vê bêdeng nemînin. Em hemû dixwazin beşdarî xebatên alîkarî û rizgarkirinê bibin, bi awayekî demkî be jî em dixwazin li kêleka gelê xwe bin. Em dixwazin Parlamentoya Tirkiyê di vê mijarê de hestyar be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst