Erdheja Mereşê - Leşker ji bo herêmên erdhejê têne şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji gelek navçeyên Stenbolê, leşkerên 3. Fermandariya Komando ya Tûzlayê li Firokexaneya Sabîha Gokçen kom bûn û ber bi herêmên erdhejê ve bi rê ketin.

Erdheja bi hêza 7,4an ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû, Amed, Riha û Semsûr jî di nav de li 10 parêzgehên hat hîskirin.

Hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û leşker wê bi balafirên taybet biçin herêmên erdhejê yên ku AFAD bi rêve dibe.

Li gorî amarên fermî heta niha 284 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û zêdetirî 2300 kes jî birîndar bûne.