Erdheja Mereşê: Cîgirê Erdogan, Fuat Oktay zirarên erdhejê eşkere kir

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Erdheja Mereşê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku li gor zanyariyên heta niha di erdhejê de 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Fuat Oktay li navenda AFADê daxuyanî da û diyar kir ku di erdheja li 10 parêzgehan da bi tevahî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn, hezar û 710 avahî hilweşiyan.

Oktay destnîşan kir ku li Dîlokê 80, li Meletiyê 47, li Semsûrê 13, li Amedê 14, li Osmaniyeyê 20, li Kilîsê 8, li Hatayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê got: “Piştî erdheja yekem a herî mezin bi pileya 6.6, 78 erdhejên din çêbûn. Karên tespîtkirina zeraran berdewam in. Eger gumana we ji avahiyekê hebe neçin nav wê.”

Fuat Oktay ragihand ku ji ber erdhejê li Dîlok, Hatay, Mereş, Bazarcix, Narli, Besintî, Serê Golê, Nurdagi, Islahiye, Reyhanli, Kirikhan û Hassayê xeta gaza sirûştî hat rawestandin û balafirxaneya Hatayê bi temamî û balafirxaneyê Mereş û Dîlokê jî ji geştên sivîl re hatin girtin.

Oktay dibêje, dê bo alîkariyê hejmarên bankayan bên belavkirin û pereyên bên komkirin dê li herêmên erdhejê bo welatiyan bêne xerckirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir: “Mijara serekî ya ku em niha li ser rawestiyane, çarçoveya midaxeleyê ye. Hêviya me ya herî mezin welatiyên me bi silametî bên rizgarkirin. Ya duyem cihê manê û xwarin bê dabînkirin û ragihandin, daku peywendiyê bi kesûkarên xwe re bikin. Em ê bi jêrxaneyê re herêmên erdhejê careke din rakin ser pêyan. Ez careke din bêjim, ku erdhejeke gelekî mezin e. Mezin e û tundiya wê jî zêdetir e.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst