Çavuşoglu: CIAyê lêborîn ji me xwest

06-02-2018
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu CIA Lêborîn DAIŞ
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku li ser îdiayên Wezîrê Derve yê Berê yê Amerîkayê John Kerry, CIA ji Tirkiyê lêborîna xwe xwestiye.

 

Mevlut Çavuşoglu beşdarî bernameyeke televîzyonî ya TGRT Haber bû û bir bîr anî ku Wezîrê Derve yê Berê yê Amerîkayê John Kerry îdia kiribû ku “Tirkiye ji rêxistina terorê ya DAIŞê petrolê distîne”.

 

Çavuşoglu diyar kir ku wî ji John Kerry çend caran delîl xwestine û got: “Herî dawî min got 'binêre, ezê ragihînim ku te delîl nedaye'. Piştre ji me re belgeyek şandin. Ji CIAyê belgeyek hat. Me da îstîxbarata me, hevalên me yên li ewlehiyê lêkolîn kirin. (Derket holê) kargeha asfaltê ya Şaredariya Kilîsê ye. Me nivîsa wê, raporta wê şand. CIA bi awayekî nivîskî lêborîna xwe xwest.”

 

Li ser pirsa êrîşên ser tankên Artêşa Tirkiyê li Efrînê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Xebatên me yên teknîkî hêj bi dawî nebûne. Zanyariyên destpêkê hene, lê dema ku temam bibe û were aşkerekirin dê sûdewer bibe. Ji bo ku em ti welatek an grûbek tohmetbar û tawanbar nekin, piştî ku bi temamî delîl derkevin holê yan jî lêkolîn bi dawî bibe emê jixwe parve bikin.”

 

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo bo yekemîn car aşkere kiribû, YPGê roketên ku bi wan, tankên Tirkiyê li Efrînê têk birine, ji “bazara reş” bi dest xistine û tekez kir, ku wan bi heman rokêtan 11 tankên Tirkiyê li Efrînê teqandine.

 

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya grûbên çekdar ên ser bi wê ve, ji roja 20ê Çileya 2018ê ve dest bi êrişeke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku îro derbasî roja 18ê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst