Ji ber pêlava ‘MEKAP’ televîzyon hat cezakirin

06-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonên Tirkiyê (RTUK), televîzyona IMC TVyê ji ber dimenên qetilkirina Tahir Elçî û televîzyona Jiyan TVyê ji ber klîbekê ku tê de dîmenên pêlavên MEKAP hene ceza kir.

RTUKê ceza da televîzyona IMC TVyê û televîzyona Jiyan TVyê derbarê cezakirinê de raporek belav kir.

Di rapora RTUKê de hatiye diyarkirin ku IMC TV ji ber dîmenên kuştina Tahir Elçî hatiye cezakirin û sedema wê yekê jî ew e: “Dîmenên beriya kuştina Tahir Elçî, kuştina du polêsan, ji ber ku nehatine tarîkirin û ji ber qanûna ‘Divê di weşanê de pesnê terorê neyê dayîn, rêxistinên terorê wekî hêzdar û mafdar neyên nîşandan, taybetmendiyên terorê yên wekî tirsandinê neyê bikaranîn’ ceza hatiye dayîn.”

Televîzyona Jiyan TVyê jî bi hêceta ku “propagandaya rêxistina terorê dike” hatiye cezakirin.

RTUK sedema cezakirina Jiyan TVyê wiha diyar dike: “Di klîbekê de dîmenên pêvalên MEKAPê ku weke di nav xelkê de pêlava PKKê tê zanîn, ji neêz ve hatiye kişandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst