Artêşa Tirkiyê bê diran û neynok maye

06-02-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di dîroka Komara Tirkiyê de Artêşa Tirkiyê dema ku di nav hêzên siyasî de nakokî derdikevin yan jî rewşa siyasî têk diçe, destêwerdana desthilatdariyê dikir, carna bi gefan û destêwerdanên veşartî û carna bi derbeyên leşkerî dest didanî ser desthilatdariyê û ji nû ve yasayên dewletê û saziyên wê li gor xwe digihuret.

Tevî ku Artêşa Tirkiyê xwe wek hêzêke parêzerê layikbûna Komara Tirkiyê didît, lê piştî hatina partiya AKPê li ser desthilatdariyê hêdî hêdî, ew ji rola wê ya sereke hat dûrxistin û li hemberî gelek ceneralên wê dozên wek Ergenekon, Balyoz û derbeya 28 sibatê hat vekirin û gelek ji wan ceneralan ketin girtîgehan û hikûmetê di rêya guhertina qanonan dinanên artêşê yên tûj hilkirin û neynûkên wê yên êrîşker birîn.

Piştî pevçûna di navbera cemaata Fethullah Gulen û hikûmeta AKPê li 17 kanûna 2013an de dest pêkir û wêneya Tirkiyê him ji derve û him ji hindur ve hat hejandin û gelek guhertinên mezin çêbûn, Artêşa Tirkiyê xwe bê alî kir û helwesteke nerînî li hember wan bûyeran girt.

Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel bi navê artêşê ragihand ku li gor peywir û erkên ku destûra bingehîn û qanona Tirkiyê daye artêşê, nabe bi hîç şêweyekî artêş xwe têxe nav nakokiyên siyasî, erka Artêşa Tirkiyê ewe ku dewlet û gelê Tirkiyê û demokrasiyê biparêze û bi ti awayekî nabe aliyekî bigire û xwe têxe nav gengeşeyên siyasî.

Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rêveberên artêşa Tirkiyê razî bike û li ser daxwaza serokatiya erkana artêşê, hin yasa derxistin ku di rêya wê re, gelek ceneral û rêveberên artêşê ku di doza Ergenekon û Balyozê de hatibûn girtin, ji nû ve bêne darezandin û gelek ji wan jî serbest bên berdan û bi vî awayî jî wê bihêle ew li aliyê cemaatê ranewestin.

Siyasetmedarên Tirkiyê dibêjin ku li Tirkiyê dadwerî, dozgerî hatiye felckirin, 4 wezîr ketine nav gendeliyê, cemaat xwe di saziyên dewletê hemûyê de bi cî kiriye, saziya ewlekariyê û polîsan xwe bi xwe li hember hev operasyonan li dar dixin, di gelek ciyan de îstixbarat (MÎT) û hêzên ewlekariyê ketin qirika hev û hev tasfiye dikin û Serokerkanê Tirkiyê hîn dibêje ku ew alîgirê destûra bingehîn û hiqoqa dewletê ye.

Rewşenbîr û rojnamevanên Tirkiyê jî diyar dikin ku kî berê dikarî li hember kesekî yan karmendekî artêşa gotinek bikira yan jî bi xirabî behsa Artêşa bikira, lê niha Serokerkanê artêşê û artêş bi tevayî li nav medya û ragihandinên Tirkiyê bûye ciyê gengeşê û henekan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst