Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar: Em dikarin ji nişka ve bên
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dîsa gefa êrişî li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Şevekê em dikarin ji nişka ve bên.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kir hedefa wan "Tirkiyeya bêteror" e û çawa bibe jî dê miheqeq pêk bînin.
Erdogan li ser rewşa li Sûriyeyê jî sekinî û wiha dewam kir:
"Em pê razî nabin ku Sûriye perçe bibe, pergala wê ya unîter xerab bibe.
Eger em di vê mijarê de metirsiyê bibînin, em dê demildest gavan bavêjin.
Tirkiye di warê parastina xwe de xwediyê îradeya bêtewîz e û ev yek gelek caran nîşan daye.”
“Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin”
Erdogan dîsa gefa êrişê li Rojavayê Kurdistanê xwar û got:
“Eger rewş were wê astê, dibe ku em şevekê ji nişka ve werin.
Kesên ku bi hendekan ve ketibûn peyê kantoncîtiyê me çawa di wan çalan de çal kirin, îro jî eger kesên bi vê niyetê hebin, em dê bedela wê bi mislî bi wan bidin dayîn.
Kesên ku tercîha wan teror û tundî ye, tekane aqûbeta wan ew e ku bi çekên xwe ve bên binaxkirin.
Ez eşkere dibêjim, ti hêz nikare xwe bide pêşiya vê yekê.
Divê her kes hesabê xwe li gorî vê yekê bike. Bi taybetî yên di pozîsyonên berpirsyariyê de ne, divê nekevin provokasyonan û divê hevokên ku xelkê provoke bikin bi kar neynin."
Serokkomar Tirkiyeyê her wiha got:
“Em dibînin ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê hewl dide ku Sûriyeyekê li ser bingeha yekparçeyî û yekîtiya axa welêt ava bike û di vê mijarê de jî biryardar e.
Xwestina me ya dilsoz, hêvî û siyaseta me jî di vê çarçoveyê de ye.”