Kurdên Stenbolê çawa li 'pêvajoya nû' dinêrin?
Stenbol (Rûdaw) - Ji bo çareseriya pirsa Kurd pêvajoya nû ya aştiyê di nav Kurdên Stenbolê de jî bi erênî û kêfxweşî tê pêşwazîkirin.
Pêvajoya çareseriyê ku piştî 9 salan car din dest pê kir, hêviyên çareseriya demokratîk û aştiyane geş kir.
Li Stenbolê xelk piştgirî dide pêvajoya nû ya çareseriyê û dixwaze ku mafên Kurdan di destûra nû ya Tirkiyeyê de cîh bigre.
Kurdên Stenbolê li gel ku bi hêvî ne jî bi guman in û dibêjin, “Kurd tim gavan diavêjên, divê êdî dewlet jî gavan bavêje".
Her wiha ew dixwazin di destpêkê de mafên ziman bê dayîn û qeyûm li ser şaredariyan bê rakirin.
"Em Kurd û Tirk divê doza xwe çêkin"
Welatî Muslum Beled got "Înşaella wê aştî çêbibe. Em gişt birayê hev in û em hemû misilman in.
Em ji umeta Mihemed in. Em Kurd û Tirk divê doza xwe çêkin. Ev tiştekî xweş e.”
Malnişîn Nihat Yuksek wiha anî ziman, "Kurd, Tirk, Ereb û Êzidî hemû birayê hev in. Me bi hev re jiyaye û me bi hev re şer kiriye.
Ev pêvajoya ku çêbû zaf rind e. Em pir kêfxweş bûn. Înşaela wê aştî çêbibe."
"Bila mafê zimanê Kurdî bidin"
Malnişîn Mehmet Yilmaz wiha axivî, "Em jî însan in û em jî li vê axê xwediyê vî heqî ne. Bila mafê zimanê Kurdî bidin. Ev heqê me ye."
Pêvajoya çareseriyê ku piştî 9 salan car din di navbera nûnerên aliyên Kurdî û dewletê de dest pê kir, hêviyên çareseriya demokratîk û aştiyane geş kir.
Li Stenbolê ku bajarê herî mezin e Kurd lê dijîn, xelk piştgirî dide pêvajoya nû ya çareseriyê û dixwaze ku mafên Kurdan di destûra nû ya Tirkiyeyê de cîh bigire.
"Divê dewlet gavan biavêje"
Welatî Nebî Çapar ragihand, "Em tim (ji aştiyê) hêvîdar in. Em tim aştî û hizûrê dixwazin.
Lê ya girîng ew e ku divê ew (dewlet) gavan bavêjin. Em tim gavan davêjin."
"Li aliyekî dibêjin biratî li aliyekî jî li Kurdan dixin"
Welatî Abdulgani Aydin diyar kir, "Daxwaza me biratî, yekîtî û pêşketin e lê xuya ye dîsa me dixapînin.
Ji aliyekê ve dibêjin bratî lê ji aliyekê ve jî li Sûriyeyê li Kurdan dixin. Ez baweriyê bi wan nayînim."
"Ketine tengasiyan hîleyan dikin"
Welatî Resul Ozkan got, "Divê Kurd jî wekî Tirkan xwedî maf bin. Divê zimanê me serbest be.
Divê qeyûman rakin. Nexwe hîleyan dikin, lewra ketine tengasiyê."
Kurdên Stenbolê her çi qasî bi hêvî û kelecan li pêvajoya nû xwedî derkevin jî, ji ber tecrubeya xirab a pêvajoya borî bi guman û mesafe ne jî.
Piraniya Kurdên Stenbolê ji pêvajoya nû ya çareseriyê bi hêvî û xweşbîn in.
Lê Kurd dixwazin di destpêka pêvajoyê de dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê hin gavên erênî bavêje da ew şik û gumana heyî nemîne û pêvajo zêdetir bi zelalî bimeşe.