AK Partiyê li ser hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler derbarê hevdîtina wan a bi şandeya DEM Partiyê re got, “Me fikrên xwe ji hev re gotin.”

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê  Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Şandeya DEM Partiyê îro li Enqereyê bi Partiya Paşerojê re civiya.

Piştî vê hevdîtinê şandeya ku ji Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Endamê DEM Partiyê Ahmet Turk pêk hat, Serokatiya Koma Meclisê ya AK Partiyê ziyaret kir.

Civînê saetek û 20 deqîqeyan berdewam kir.

Civîna Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Alîkarê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Alîkara Serokê Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn û şandeya DEM Partiyê nêzîkî saetek û 20 deqîqeyan berdewam kir.

"Me bi awayekî semîmî û erênî sohbet kir”

Piştî hevdîtinê Serokê Koma AK Partiyê Guler daxuyanî da rojnamegeran û got:

"Me bi awayekî semîmî û erênî sohbet kir, me fikrên xwe ji hev ra gotin û ew bi rê kirin.

Daxuyanî wê di nava çend rojan de were dayîn."