PWK û HAK-PAR têkildarî hilbijartinên şaredariyan civiyan

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan PWK HAK-PAR Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) mijara hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

PWKyê berî çend rojan ji bo hilbijartinan bangî partiyên siyasî, sendîka, dezgehên sivîl û kesayetên di nava civata Kurd de bi bandor in kiribû û gotibû:

"Li gel liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredariyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyeke taybet, xwe ji hilbijartinan re amade bikin.

Werin em berbijêrên xwe bi hev re tesbît bikin û bajarên xwe bi hev re îdare bikin.”

Di vê çarçoveyê de şandeyeke PWKyê li Stenbolê HAK-PAR ziyaret kir.

PWKyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Şandeya PWKyê ji Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk, rêvevebirên partiyê Kasim Ergun, Mehmet Gul, Orhan Kaya û Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor pêk dihat.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirên partiyê şandeya PWKyê qebûl kir.

Li gorî daxuyaniyê PWK û HAK-PAR tekeziyê li ser girîngîya hemahengiya di navbera hêzên neteweyî û demokratîk de dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Heyeta PWKyê siyaseta xwe ya derbarê hilbijartinên şaredariyan ên 2024an pêşkêşî heyeta HAK-PARê kir.

HAK-PAR û PWKyê girîngiya hevahengiya di navbera hêzên milî, demokratîk de anî ziman û di derbarê hilbijartinên şaredariyan de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst