TIRKIYE - Operasyona MOSSADê: 15 kes hatin girtin, 8 jî hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 34 kesên ku bi tohmeta “sîxurtiya Îsraîlê” li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn destserkirin 15 kes ji wan hatin girtin.

Herwiha 11 kes bi mercê kontrola edlî hatin berdan û 8 kes jî hatin dersînorkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 2ê Kanûna Paşîna 2024an bi tohmeta ku ji bo “Îstixbarata Îsraîlê MOSSADê sîxurtiyê dikin” derbarê 46 kesan de biryara desteserkirinê dabû.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, ji bo desteserkirina 46 kesan li Stenbol û 7 parêzgehên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonê kirin û bi ser 57 navnîşanan de girtin.

Di operasyonê de 34 kes hatibûn desteserkirin.

Hêzên Ewlehiyê piştî karûbarên îfadeyê kesên destserkirî şandin dadgehê.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, dadgehê derbarê 15 kesan de biryara girtinê daye.

11 kes jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan û 8 kes jî hatine dersînorokirin.

Operasyon li parêzgehên Stenbol, Enqere Kocaelî, Hatay, Mêrsîn, Îzmîrê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê hatibû kirin.

Li gorî îdiaya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 46 kesan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser navê MOSSADê welatiyên biyanî şopandine û hewl dane wan birevînin ku beşek ji wan rêvebirên Hemasê ne.

“Îsraîl plana kuştina rêberên Hemasê dike”

Rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkî meha borî nivîsandibû ku “Îsraîl li çar aliyên cîhanê ji bo kuştina rêberên Hemasê planan dike.”

Piştî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê ajansa fermî ya Tirkiyeyê Anadoluyê ragihand ku “îstixbarata Tirkiyeyê di vê mijarê de hişyarî daye Îsraîlê û got, dê encamên cidî hebin.”

Rêvebirê Îstixbarata Navxweyî ya Îsraîlê (Shin Bet) Ronen Bar, pêştir di axaftina televîzyona KANê ya dewletê de gotibû, “Eger bi salan jî berdewam bike, li Qeter, Tirkiye û Libnanê yan li her cihekî cîhanê be, em rijd in ku rêberên Hemasê bikujin.”