Tirkiye: Asayîkirina peywendiyên bi Beşar Esed re rojeva navdewletî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera dîplomatîk a Moskowê dosyeya Sûriyê careke din bi xurtî xiste rojeva navdewletî. Agirê şerê Ukraynayê, dosyeya Sûriyê sar kiribû, di serkeftina navbênkariya Rûsyayê ya di navbera Şam û Enqerê de, dosyeya Sûrî çalak kir.

Ji Stenbolê Fîras Feham, lêkolerê sereke de Navenda Cisûr a lêkolînan de û şîrovekarê pirsên Siyasî û Asayişê yên Sûrî ji Rûdawê re got, Tirkiyê ji paşguhxistina dosyeya Sûriyê ditirse.

Lêkoler Fîras Feham anî ziman, “Bi baweriya min Tirkiyê ditirse ku dosyeya Sûriyê ji bo demeke dirêj bê rawestandin û komîteya destûrî bê rawestandin û yarîzanên navdewletî bi dosyeya Ukrayna mijûl bibin. Bê guman rawestandina dosyeya Sûriyê dê bandora xwe li Tirkiyê bike û bihêle encamên nerênî li ser Tirkiyê û metirsiyên emnî li ser sînorê Tirkiyê berdewam bin û her wiha barê giran ên penaberên Sûrî jî li ser milê Tirkiyê bimîne û bandorê li cemsergeriya navxwe ya Tirkiyê bike.”

Feham her wiha anî ziman Tirkiyê hewl dide dosyeya çareseriya siyasî li Sûriyê çalak bike.

Lêkoler Fîras Feham got, “Gavên Tirkiyê yên vê dawiyê û hevdîtinên li gel rejîmê li Moskowê di çarçoveya hewlên Tirkiyê ji bo livandina dosyeya Sûriyê tên û her wiha hewlên çalakkirina çareseriya siyasî û gotûbêjkirina tirsên wê yên emnî li ser sînor û dosyeya penaberan ligel aliyên navdewletî yên cuda. Diyar e ku vê gava Tirkiyê bala hin aliyên navdewletî yên din jî kişand, ji ber ku Washington şandek ji kongresê şand Enqerê piştî civîna Moskowê û dosyeya Sûriyê bi kûrahî gotûbêj kirin.”

Pêngevên ku di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi serpereştiya Rûsyayê tên kirin, bêyî rizamendiya Amerîkayê ye ku fakterekî Navdewletî sereke ye di doseyeya Sûriyê de. Lewma gelek pispor û şopînerên dosyeya Sûriyê gumanê dibin ser encamên hewlên Rûsyayê.