Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Ked û Azadiyê, ku HDP jî di nav de ye got “Di pêvajoya diyarkirina berbijêrê xwe yê di hilbijartinên Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî bijardeya berbijêrê hevpar in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê hatiye diyarkirin.”
Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê duh li Stenbolê civiyan. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî beşdarî civînê bûn.
Piştre pêkhateyên tifaqê li ser civînê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Em bi xwe, bi ezmûna xwe ya têkoşînê, bi mîrateya xwe ya dîrokî, bi daxwaza gelê xwe ya guhertinê bawer in. Em bi berpirsyariya xwe ya ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî ya zordar dizanin û bi biryar in ku wê biguherînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zextên li ser siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê dewam dikin wiha berdewam kir:
“Di civîna xwe de me nirxandinên berfireh li ser hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê yên ku dê îsal were lidarxistin, kirin. Me rê û rêbazên muhtemel, amadekarî û tevgerên xwe yên ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî û di serdema nû de ji bo nûnertiya herî xurt a hêzên ku ked û azadiyan diparêzin, nirxand. Pêşhate guherînek demokratîk a radîkal li ser Tirkiyeyê ferz dike. Em weke tifaqê di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dizanin û ji her demê bêhtir bi biryar in ku ji bo Tirkiyeyê ji şert û mercên heyî rizgar bikin hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di pêvajoya diyarkirina berbijêrê xwe yê di hilbijartina Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî bijarteya berbijêrê hevpar in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê hatiye diyarkirin. Em bang li hemû hêzên civakî, bi taybetî jî mûxalefet ên ku guhertinê dixwazin û li hemberî civakê berpirsyar in, dikin ku bi cesaret bin û weke pêwîstiya vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî vekirî û zelal berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
“Divê doza girtinê ji bo careke din neyê vekirin ji holê bê rakirin”
Senaryoyên girtina partiyan, qedexeyên siyasî, nîşaneyên tund, binpêkirin û geşedanên li ser îhtîmala binpêkirina destûra bingehîn derbarê berbijêriya serokkomariyê de nîşan dide ku tê xwestin Tirkiye ne tenê bi zext û êrişan ber bi hilbijartinan ve bibe, her wiha di hawîrdoreke mezin de jî bi rê ve bibe. Bi vê munasebetê em careke din diqîrin, Doza girtina HDPê ya ku tê wateya destwerdana li îradeya gel û hilbijartinan, bê rakirin, careke din neyê vekirin, her cure qedexeyên siyasî û pêkanînên qeyûman bi dawî bibin.
Mîtînga yekem di 15ê Çileyê de
Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê pêkhateyên xwe, ji bo ewlehiya hilbijartinê ji bo çalakiyên hevpar bi hemû sazî û rêxistinên demokratîk re amade ye. Em dibînin ku heta niha di vî warî de gavên erênî hatine avêtin û ji bo ku îradeya gel bi temamî di sindoqan de cih bigire, tedbîrên pêwîst têne girtin û em vê yekê pêşwazî dikin. Divê hemû gelê me di nava ewlehiya hilbijartinê de cih bigire û ji niha ve seferber bibe.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê dê di 15ê Çileyê roja Yekşemê de li meydana Kartalê ya Stenbolê bi sernavê "Em ji xizanî, şer û zilmê re bibêjin bes e" mîtîngeke hevpar bê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse