Şertên wergirtina mafê welatîbûna Tirkiyê hatin guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê, şertên wergirtina welatîbûna Tirkiyê guhertin. “Biryarnameya Wergirtina Welatîbûna Tirkiyê bo Kesên Biyanî” bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojnameya fermî de hat weşandin.

Li gor biryarnameya nû kesê herî kêm bi 250 hezar dolarên Amerîkî milkekî bikire û 3 salan nefiroşe an bi 500 hezar dolarên Amerîkî veberhênanê bike, dê mafê welatîbûna Tirkiyê werbigre. Li gor biryarnameya nû şertên wergirtina welatîbûna Tirkiyê wiha ne:

“Ji aliyê Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê ve bê tespîtkirin ku kesê bi 500 hezar dolarên Amerîkî û bi qasî wê bi pereyên din ên biyanî veberhênana sermayeyê kiribe.

Ji aliyê Wezareta Guherîna Keşûhewa, Bajarvanî û Jîngehê ve bê tespîtkirin ku kesê bi 250 hezar dolarên Amerîkî milkekî bikire û bi şertê li saziya tapoyê bê tomarkirin ku 3 salan nayê firotin.

Ji aliyê Wezareta Ewlehiya Civakî û Kar ve bê tespîtkirin ku kesê li Tirkiyê herî kêm bo 50 kesan derfeta kar dabîn kiriye.

Ji aliyê saziya Pişkînîn û Rêvebirina Bankayan ve bê tespîtkirin, ku kesê bi qasî 500 hezar dolaran pere razîne bankayên Tirkiyê û bo dema 3 salan wernegire.

Ji aliyê Wezareta Xezîneyê ve bê tespîtkirin, ku kesê herî kêm bi qasî 500 hezar dolarên Amerîkî amûrên deynkirinê yên dewletê bikire û 3 salan nefiroşe.

Ji aliyê Saziya Bazara Sermayê ve bê tespîtkirin, ku kesê herî kêm bi qasî 500 hezar dolaran beşdarî fona veberhênana neguhêzbar (gayri menkul) bibe û 3 salan nefiroşe, dê bo welatîbûna Tirkiyê bên qebûlkirin.”

Li gor amarên Wezareta Guherîna Keşûhewa, Bajarvanî û Jîngehê ya Tirkiyê, ji sala 2018an heta meha Cotmeha 2021an 19 hezar û 630 kes bi rêya kirîna mulk û veberhênanê bûne welatiyê Tirkiyê û nasnameya wî welatî wergirtine.