Li Tirkiyê avahiya nû ya MITê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasimekê de bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê avahiya nû ya Dezgeha Istixbarata Tirkiyê (MIT) li Enqere ya paytexta Tirkiyê hat vekirin.

Avahiya nû ya MITê bi navê "Keleh" li ser rûberê 5 hezar donim zewî hatiye çêkirin. Cihê avahiyê berê dibistaneke leşkerî bû û piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016ê hatiye valakirin.

Bilindahiya avahiyê nêzîkî 3 metreyan e û dîwarê avahiyê bilind in û hatine têlbendkirin.

MIT sala 1927an bi navê Dezgeha Asayişa Neteweyî hatiye damezrandin û piştre sala 1967an navê wê hatiye guhertin û bûye Dezgeha Istixbarat Niştimanî ya Tirkiyê.

Hejmara yekeyên wê dezgehê, nav û hûrgiliyên erkan û rêxistina wan a navxweyî bi rêya mekanîzmên nihênî ku ji aliyê Serokomar ve tên pesendkirin parastî ne û bi awayekî hatiye organîzekirin ku li gor rewş û mercan guhertin û tevgera bilez dikare têde bê kirin.

Budceya MITê salane zêde dibe. Ji xeynî wê budceya ku jê re tê veqetandin, bo cîbicîhkirina karûbaran gelek pereyên din jî jê re tên terxankirin. Wek mînak budceya MITê ya 2016ê li gor 2015 bi rêjeya ji sedî 47 zêde bûye. Ew zêdebûn di sala 2017ê de bi rêjeya ji sedî 21.93 û di sala 2018ê de bi rêjeya ji sedî 17 bûye. Sala 2019ê de jî budceya serokatiya MITê 2 milyar û 157 milyon û 761 hezar lire Tirkî bû.

Desthilateke zêde ya MITê heye û bi yasayeke taybet hatiye organîzekirin. Li gor Yasaya Hejmar 6532 ku sala 2014ê ketiye warê cîbicîhkirinê, guhertinên bingehîn di wê yasayê de hatin kirin ku nêzîkî 30 sal bû wê saziyê kar pê dikir.

Dezgeha Istixbarata Tirkiyê sala 2017ê rasterast bi Serokatiya Komara Tirkiyê ve hat girêdan û bi awayekî berfireh li navxwe û derveyî sînorên Tirkiyê çalakiyan dike.

MIT ji bo wergirtina zanyariyên istixbaratî, rêgirtin li derketina zanyariyan û herwiha pêkanîna çalakiyên siyasî û serbazî, sîstema elektronîk a herî pêşketî bikar tîne.