DEM Partiyê: Çeteyên we êrişî Kurdan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê got ku Hikûmeta Tirkiyeyê ji Îdlibê heta Helebê rê li ber HTŞyê vekiriye û bi vê yekê jî bi sedan Kurd rûbirûyî komkujî û koçberiyê hiştine.
Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îro di komcivîna giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser şer û aloziyên vê dawiyê yên li Sûriyeyê axivî û rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girtin.
Koçyîgîtê Hikûmeta Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku ji Îdlibê heta Helebê rê li ber Desteya Tehrîr El Şam (HTŞ) û grûpên çekdar vekiriye û bi vê yekê jî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rûbirûyî komkujî û koçberiyê hiştine.
"300 hezar Kurd li ser rêya koçê ne"
Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît wiha axivî:
“Em dibêjin niha berdêla wê siyaseta ku hûn li Sûriyeyê dikin gel dide. Binerin li Îdlibê devereke bêrûbirûbûniyê hebû ne wisa.
Li Astanayê welatê garantor kî bû? Tirkiye bû. Çima li wê derê birc avakirin da ku HTŞyê rapêçe. Îro kê rê da HTŞyê ku heta Helebê biçe?
Îro ew bermahiyên El Qaîdeyê ku we navê wan kiriye Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê û we perwerde û bi çek kirine, êrişî tax û qadên jiyanê yên Kurdan dikin.
Hûn çawa li gel yekitî û yekrêziya axa Sûriyeyê ne? Niha Kurd li wê derê rûbirûyî metirsiya komkujiyê ne û vê sir û sermayê 300 hezar Kurd li ser rêya koçê ne.
Ti cihekî wan nîne ku biçinê û hewil didin xwe bigihînin navçeyên aram. Xelkê Helebê niha koç dike û li ser rêya koçê ye û hewil dide xwe bigihîne navçeyên aram.
Hûn yekitiyeke çawa dixwazin û dê wiha çawa yekitiya Sûriyeyê pêk bê? Ma hûnê bi mistdana pişta çeteyan vê yekê bikin an jî bi dayîna çekan û perwerdekirinê?"
İktidarın Suriye siyasetinin bedelini halklar ödüyor!
— Gülistan Kılıç Koçyiğit (@gulistankilick) December 5, 2024
İdlib’den Halep’e, HTŞ’nin önü açıldı; eğitip donattığınız çeteler Kürt mahallelerini hedef alıyor.
300 bin Kürt ve Halep halkı göç yollarında, katliam tehdidiyle karşı karşıya. Alevilere, kadınlara yapılan işkenceler… pic.twitter.com/OxAakh8slx