Erdogan û Guterres li ser rewşa Sûriyeyê axivîn

05-12-2024
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Recep Tayyîp Erdogan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi telefonê li ser bipêşketinên li Sûriyeyê axivîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand di dema ku civîna Desteya Ewlekariya Nîştimanî ya Tirkiyê (MGK) bi rê ve diçû Erdogan û Guterresê bi rêya telefonê axivîne

Li gorî daxûyaniyê di hevdîtinê de Erdogan diyar kiriye ku rewşa Sûriyeyê ketiya qonaxeke nû û daxwaza Tirkiye ew e Sûriye nekeve nav rewşeke aloztir û kuştina sivîlan zêde nebe.

Her wiha Erdogan amaje bi wê yekê daye ku di vê qonaxê de divê Sûriye bi awayekî bilez ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh bi gelê xwe re bibe yek.

Erdogan gotiye ku ji bo aloziya heye kêm bibe, sivîl bên parastin û pêşiya pêvajoya siyasî vebe Tirkiye di nav hewildanê de ye û dê li ser vê yekê jî berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst