Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser rewşa Sûriyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser rewşa Sûriyeyê got, "Rewşa dawî ya li Sûriyeyê ji ber paşguhxistina daxwazên mixalefetê ye û em rê nadin PKK/YPG ji neramiya li Sûriyeyê sûdê wergire."
Şêwirmendê Pêwendiyên Gel û Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk îro di civîna agahdarkirina çapemeniyê ya hefteyane de derbarê bipêşketinên dawî û şer û aloziyên li Sûriyeyê de axivî.
Akturk amaje bi pêşhatên dawî yên li Helebê û çend navçeyên Sûriyeyê da û got:
"Sedema van bipêşketinên dawî û rewşa ku vê dawiyê derketiye holê ew e ku daxwazên mixalefetê hene û rejîm guh nade van daxwazan."
Her wiha Zekî Akturk diyar kir ku ew piştgiriyê li serwerî û yekitiya axa Sûriyeyê dikin û ew rê nadin ku PKK/YPG ji neramiya li Sûriyê sûdê wergirin.
Zekî Akturk ragihand ku ew pêbendî wan peymanan in ku li deverên operasyonê yên li bakurê Sûriyeyê kirine û got ku ew li bendê ne mixatabên wan jî bi heman awayî pêbend bin.
Şêwirmendê Pêwendiyên Gel û Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk wiha axivî:
"Li Sûriyeyê ew çalakiyên ku komên mixalefet li Helebê dane destpêkirin û pêşhateyên bi vê yekê ve girêdayî, di çarçoveya yekitiya axa Sûriyeyê û gîrîngiya em didin têkoşîna terorê de ji nêzîk ve tên şopandin.
Li navçeyê hemû tedbîrên ji bo pêkanîna aramiyê ji aliyê yekîneyên me ve tên wergirtin.
Ji destpêka pêvajoyê ve hevkarî û hevahangiya me ya li gel mixatabên me yên li navçeyê berdewam e.
Sedema van pêşhateyên dawî û rewşa ku vê dawiyê derketiye holê ew e ku daxwazên mixalefetê hene û rejîm guh nade van daxwazan.
Her wiha ji ber wan pirsgirêkan e ku ji dînamîkên navxwe yên Sûriyeyê derdikevin.
Di vê çarçoveyê de em pêbendî wan peymanan in ku me li deverên operasyonê yên li bakurê Sûriyeyê kirine û em li bendê ne mixatabên me jî pêbend bin. Em piştgiriyê li yekitiya axa Sûriyeyê dikin.
Em careke din tekez dikin ku em rê nadin rêxistina terorî ya PKK/YPGyê ku li ser serwerî û yekitiya axa Sûriyê û navçeya me gefeke mezin e ji neramiya li navçeyê sûdê bibîne û helwêsta me ya di rûbirûbûna rêxistinên terorî yên li wê derê de jî zelal e."