Ayşe û Welat hîn winda ne: 'Qet nebe em cesedên wan bibînin'

05-12-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Ensarî, Ayşe û Welat Can /Wêne: Rûdaw
Ensarî, Ayşe û Welat Can /Wêne: Rûdaw
Nîşan Ayşe Can Welat Can Ensarî Can Stenbol Winda Davut Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêgerîna ji bo dîtina Ayşe û Welat ên xwişk û bira yên Kurd ku li Stenbolê di deryayê de winda ne bê navber berdewam dikin.

Tîmên cuda yên ku bi giştî hejmara wan nêzîkî 300 kesî ye li ser û binê deryayê bi amûr û alavên teknolojîk li termên her du ciwanan digerin.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul jî hem ji bo hûrgiliyên xebatê û hem jî ji bo serdana malbatê çû cihê bûyerê û soza berfirehtirkirina xebatan da.

"Em hemû enstrumanan bi kar tînin"

Parêzgerê Stenbolê Davut Gul li ser xebatên lêgerînê got:

"Hemû enstrumanên ku divê bihatana bikaranîn me bi kar anîne û em bi kar tînin.

Helbet mayîna malbatê jî berdewam dike. Rewşeke zehmet e.

Înşalah em dê wekî hevalên me yên ku dixebitin lezê bidine lêgerîne ku di demeke zû de encamek jê derkeve. Xwedê sebirê bide."

13 roj in winda ne

Ayşe Cana 29 salî tevî birayê xwe Welatê 24 salî ku li Spanyayê dijîn, 23yê Çiriya Paşîn hatibûn kêleka bosphorûsê (tengava Stenbolê) da ku bigerin.

Piştî ku lingê Ayşeyê dişemite û dikeve deryayê, Welat jî ji bo ku wê rizgar bike xwe bera deryayê dide.

Lê her du jî li ber ava deryayê ketibûn û ji wê rojê ve bê serûşûn in.

Ji bo dîtina wan 5 kêştiyên mezin, bot û tekneyên biçûk bi kamerayên termal û sîsmîk û piştgiriya hêzên deryayî li termên wan digerin.

"Qet nebe em cesedên wan bibînin"

Bavê Welat û Ayşeyê Ensarî Can wiha axivî:

"Malbat tev li vir perîşan e.

Hinek ji Spanyayê hatine, hinek ji Amedê hatine, ji Îzmîr û Stenbolê hatine û hemû li vir perîşan in.

Em dixwazin xebat zû encamê bide û qet nebe em cesedên wan bibînin."

Ji ber ku herka bosphorûsê zêde û pir alî ye kesên ku tûşî heman rewşê dibin bi zehmetî û carinan heta salekê jî nayên dîtin.

Lê ji bo dîtina termên Welat û Ayşeyê, tîm û hêzeke gelekî mezin hatiye seferberkirin ku heta niha lêgerîneke ew qasî berfireh nehatiye kirin.

Malbata ku ji roja ewil ve li keviya behrê ye jî bi êş û xem li benda encamê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst