Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana DÎSKê

05-12-2024
RÛDAW
Nîşan DÎSK DEM Partî Serdan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan îro li Stenbolê çûn navenda DÎSKê.

Hevserokên DEM Partiyê, bi Seroka Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezogluyê re bi qasî saetekê hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê Hevserokên DEM Partiyê daxuyanî neda.

DEM Partiyê piştî nîqaşên “pêvajoya nû ya çareseriyê” biryar dabû ku bi partiyên mixalefetê, bi sendîka û saziyên civaka sivîl re hevdîtinan pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, hefteyên borî çûbûn serdana CHP, Partiya Paşerojê û Partiya Yenîden Refahê.

DEM Partiyê her wiha beriya çend rojan jî sendîkaya TURK-Îşê jî ziyaret kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst