Li Tirkiyeyê gaz û elektrîka 193 hezar kesan hatiye qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku di 6 mehên destpêka îsal de ji ber deynê xwe nedane gaza xwezayî ya 122 hezar û 987 aboneyan û elektrîka 69 hezar û 278 aboneyan hatiye qutkirin.

Parlamenterê CHPyê Omer Fethî Guler di pirsekê de ji Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar xwest ku amarên derbarê kesên elektrîk û gaza wan a xwezayî ji ber nedana fature û deynan hatiye qutkirin, eşkere bike.

Alparslan Bayraktar wekî bersiv ragihand ku di 6 mehên destpêka îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê elektrîka 69 hezar û 278 aboneyan ji ber nedana deyn hatiye qutkirin.

Bayraktar herwiha eşkere kir ku bi heman awayî ji ber nedana deyn gaza xwezayî jî li ser 122 hezar û 987 aboneyan hatiye qutkirin.

Omer Fethî Guler li ser bersiva Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî got:

“Ji ber deynan qûtkirina elektrîka derdora 70 hezar aboneyan bi bihabûna jiyanê ya li Tirkiyeyê ve girêdayî ye.”