Ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin: 'Ez heqê malbata xwe li dewletê helal nakim'

05-12-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Aysel Ogut û malbata wê/Wêne: Rûdaw û torên civakî
Aysel Ogut û malbata wê/Wêne: Rûdaw û torên civakî
Nîşan Doza Vartînîsê Aysel Ogut Bulent Karaoglu
A+ A-

Kirikkale (Rûdaw) - Doza "Komkujiya Vartînîsê" ku tê de 7 jê zarok 9 kes hatibûn şewitandin, ji ber ku 30 sal dem bi ser de derbas bûye hate hilweşandin.

Li gundê Vartînîsê yê navçeya Beranîkê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê 30 sal berya niha ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin.

Runiştina 20emîn a doza wê komkujiyê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê bi re ve çû.

Dadgehê bi hinceta ku di ser bûyerê re 30 sal û 2 meh derbas bûne, doz hilweşand û dosya bêyî ku kesek ceza wergire hat girtin.

Aysel Ogut take kes e ku ji karesateke mezin rizgar bûye.

Bav, dayîk û 7 xwişk û birayên wê 3ê Çiriya Pêşîna1993yan li gundê Vartînîsê yê Muşê bi destê Fermandarê Hezên Cendermayan Bulent Karaoglu hatine şewitandin.

Ew daxwaza edaletê dike lê dadgeha Kirikaleyê doza Vartînîsê girt.

“Xelkê Bulent Karaoglu li dora mala me dît”

Endama malbatê Aysel Ogutê got, “Biryara dadgehê bê edalet bû. Em evqasî li dû geriyan her tişt zelal bû her tişt li ber çava qewimî.

Efser Bulent bi xwe li gundê me bû, xelkê Vartînisê ew ditîne lê niha dibêje `ez wê şevê li gundê Vartînisê nebûme.`

Lê xelkê ew li dora mala ditîne, panzêrê aniye ber pencerê, wî malbata min da kuştin.

Îro dadgehê doz girt, ez heqê xwe û malbata xwe li dewletê helal nakim.”

Proseya dadgehê ya bûyera Vartînîsê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a bajarê Kırıkkale bi rêve çû.

Dadegahê roja 10ê Hezîrina sala 2015an di derbarê Bulent karaoglu de biryara girtinê dabû û ji bo wî bultena sor hatibû derxistin.

Lê Karaoglu heta niha nehate girtin û eşkere bû ku hê jî mûçeyê xwe yê xanenişînê werdigire.

Di dawî rûniştina dozê de jî dadgehê bi hinceta ku 30 sal bi ser de derbas bûne doz bi temamî girt.

“Ev 30 sal e Bulent Karaoglu hate parastin”

Parêzerê malbatê Fuat Ozgul wiha anî ziman, “Ev 30 sal e ew kes (Bulent Karaoglu) hate parastin.

Di roja îro de jî li gorî min biryara hatiye dayîn şerma herî mezin bû.

Dewlet ku bêje ez dewleteke demokrat im, ez heq û hiqûqê diparazim, îro biryareke wisa da ku dibêjin gelekî şerm e.”

Di dema runiştinê dozê de parêzerên malbatê, rêveberên komeleya mafê mirovan, parlementerên HEDEPê, Baroya Wan û Enqereyê jî amade bûn.

Parêzeran ji dadgehê xwest ku tawanên Bulent Karaoglu wekî tawanên dijî mirovahiyê bêne qebûlkirin û biryara borîna demê neyê dayîn, lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.

“Polîtikaya bêcazatiyê berdewam e”

Serokê Baroya Muşê Parêzer Kadîr Karaçelîk got, “10 sal e heta 10 sal zêdetire ku em vê pêvajoyê dişopînin.

Îro biryarek hate dayîn ev biryar ne ya heqîqet û hiquq û edaletê bû.

Îro jî me ji wan re got ku polîtikaya bêcazatiyê berdewam e û li gorî vê yekê jî biryareke wisa dan.”

Li gorî raporên Komeleya mafên Mirovan (IHD) heta sala 1995ê li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 3 hezar gund hatine şewitandin û valakirin.

Doza gundê Vartînisê di diroka Komara Tirkiyeyê de yekem doz bû ku li ser şewatandina gundekî hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst