2 xetên sor ên Bahçelî çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Metîner got, “4 xalên destpêkê yên makezoganê û xweserî” xetên sor ên Devlet Bahçelî ne.

Parlementerê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner çû cem Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.

Mehmet Metîner naveroka hevdîtinê ji rojnamegera gazeteduvaRê Ceren Bayarê re nirxand.

“Birêz Bahçelî tenê vê qebûl nake”

Metîner got, “Birêz Bahçelî bahwer dike ku li Tirkiyeyê pirsgirêk dikarin bê rêya diyalogê werin çareserkirin” û berdewam kir:

“Qedirê destê ku Bahçelî dirêj kir nehat zanîn. Li gorî min, tevger ne li gorî pêwîstiya wê banga dîrokî bûn.

Hîn jî hinek bahwer dikin ku dê bi çekan encamên siyasî bistînin û çekan bikin amûreke bazarkirinê.

Birêz Bahçelî tenê vê qebûl nake. Nabe ku çek û siyaset bi hev re bin.

Destûr nayê dayîn ku bi nîşandana lûleyên çekan bigihin encamên siyasî.

Xeyn ji vê dibêje, ‘Eger kemasî yan xwestekeke Kurdên vî welatî hebe dê were axaftin û tiştê pêwîst dê were kirin.’

Divê berê çek rawestin, paşê dikare li ser her tiştî were axaftin.

Helbet dê taleb hebin lê dema ew taleb nehatin cih nabe ku hûn berê xwe bidin çekan.”

Li gorî Metîner, “Dema ku çek bisekinin Bahçelî dê piştigiriyê bide çareseriyê.”

Xetên sor ên Bahçelî

Mehmet Metîner li ser “xetên sor ên Bahçelî” ev agahî dan:

“Ew dibêje ku pêşniyarên li ser her 4 xalên ewil ên makezoganê û pêşniyarên wekî xweserî û federasyonê qebûl nake û ev her du xal xetên sor ên partiya wî ne jî.

Ez jî wekî wî difikirim. Ez bahwer dikim ku dê talebên li ser van tenê neçareseriyê zêde bikin.”

“Divê çek bê şert û merc bên danîn”

Metîner got, “Destê ku Bahçelî dirêj kir hat gezkirin” û li pey çû:

“Pêşniyara Birêz Bahçelî gelekî zelal e: ‘Divê çek bê şert û merc bên danîn û eger talebên Kurdan ên bi rêya siyaseta demokratîk hebin deriyên me vekirî ne. Em dê rûnin, biaxivin.

Çi pêwîst be em dê bikin, em dê gavên pêwîst biavêjin lê nabe ku çek wekî hêmaneke lêferzkirinê û bazarkirinê were ser maseyê.’

Birêz Bahçelî dibêje ku banga Ocalan a ji bo danîna çekan gelekî bi qîmet û bi wate ye û vê wiha girîng dibîne ku dikare rê li ber çareseriyê veke.”

Mehmer Metîner li ser çekdanîna PKKyê jî got, “Bi ya min rêxistin çekan danayne. Eger bixwaze jî Amerîka û Îsraîl nahêlin.”