Li Enqereyê 2 minîbus li hev qelibîn: 21 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çubukê ya Enqereyê 2 minîbusên karkeran li hev qelibîn û 21 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê Selamî A. bû li xaçerêya Taxa Yenîceyê ya rêya Çubuk-Enqereyê li minîbusa ku şofêrê wê Alî M. bû xist..
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de her du ajokar û 19 kesên di minîbûsan de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Enqereyê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî ne baş e.