Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin, 2 kes winda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sokeyê ya bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê lehî rabû.

Di ava lehiyê de 2 kes xeniqîn û 2 kes jî winda bûn.

Xebatên ji bo dîtina her du kesên winda berdewam dikin.

Barana ku şevê din li navçeyên Soke, Koçarli, Karpuzlu û Çîne yên Aydinê bariya bû sedema rabûna lehiyê.

Parêzgarê Aydinê Yakup Canpolat ragihand ku ji ber lehiyê li Taxa Demîrçayê ya navçeya Sokeyê çar kes li ber avê çûne.

Canpolat da zanîn di encama lêgerîna tîmên AFAD, cendirme û polîsan de termên dû kesan hatine dîtin û lêgerîna li her du kesên din jî berdewam dike.

Herwiha 5 otomobîl jî li ber avê çûne û zererên madî jî zêde ne.