Di Doza Kobanî de 2 kes hatin azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê biryareke nû da û du kesên bi navê Bircan Yorulmaz û Mesut Bagcik ku di Doza Kobaniyê de girtîbûn bi merc hatin azadkirin.

Li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê doh 4ê Mijdara 2022ê rûniştina 8emîn ya Doza Kobanî li Salona Girtîgeha Sincanê hat kirin.

Di rûniştina dawî ya peryoda du hefteyan de şanda dadgehê ji bo biryarê navberek da rûniştinê û derengê şevê biryara xwe eşkere kir. Li gor vê biryara dadgehê Bircan Yorulmaz û Mesut Bagcik bi mercê kontrola edlî hatin berdan. Herwiha dê peryoda 19emîn a Doza Kobanî di navbera 21ê Mijdarê û 2ê Kanûna 2022ê li heman cihî berdewam be.

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin. Di wê dozê de, Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes dihatin darizandin, biryara azadkirina du kesan hat dayîn.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê HDP û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li ser sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di wan bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê, zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.