Tirkiyê her yek ji platformên medyaya civakî bi 10 milyon lîreyan ceza kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîbûna pêvajoya yasayî platformên wek Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube û TikTokê yên ku nûner destnîşan nekirine, her yek bi 10 milyon lîre hatin cezakirin. Li gor yasaya medya civakî ya hejmar 7253 ku meha Temûzê li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin, divabû kompanyayên medya civakî nûnerên xwe bo Tirkiyê destnîşan bikin.

Ligel ku yasa 1ê Cotmehê ket warê cîbicîhkirinê, lê kompanyayên wek Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube û TikTokê bo Tirkiyê nûnerên xwe diyar nekirine. Lewra qonaxa yekem a cezakirinê destpê kir û her yek ji wan kompanyeyan bi 10 milyon lîre (Nêzîka 1 milyon û 200 hezar dolar) hatin cezakirin.

Ew kompanya eger di hundirê 30 rojan de nûnerên xwe destnîşan nekin ceza dibe 30 milyon lîreyên tirkî. Eger kompanyayên medya civakî di 30 rojan de zanyariyên derbarê nasnameya nûnerên xwe de nedin Tirkiyê çi dibe?

Qonaxa Yekem:

Eger di hundirê 30 rojan de nûner destnîşan neke bi 10 milyon lîre tên cezakirin. (Niha vê qonaxê destpê kiriye û ceza hatiye birîn)

Qonaxa Duyem:

Eger ji dema agahdarkirinê ve dîsan di hundirê 30 rojan de nûner diyar nekin ceza dibe 30 milyon lîre.

Qonaxa Sêyem:

Eger dîsan nûner destnîşan nekirin, dana reklaman bo kompanyayên medya civakî yên li Tirkiyê tê qedexekirin.

Qonaxa Çarem:

Piştî qedexeya reklamê eger dîsan xwesteka Tirkiyê nehat cîbicîhkirin wê demê trafîka internetê ya wan toran ji sedî 50 tê tengkirin.

Qonaxa Pêncem:

Dîsan eger di dema 30 rojan de nûner destnîşan nekirin wê demê serî li Dadgeha Silh û Ceza tê dayîn û tê xwestin ku leza internetê ji sedî 90 bê kêmkirin. Li gor yasayê, dadwer bi mercê ji sedî ne kêmî 50î be dê cezayê kêmkirina leza internetê bide.