Tirkiye dibêje xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî li Ezazê hatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê ragihandiye, xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê DAIŞê yê hatî kuştin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve li bakurê Sûriyê hatiye girtin.

Berpirsên Tirkiyê ragihandine,hêzên wî welatî roja Duşemê 4ê Mijdara 2019an di operasyonekê de xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî ya bi navê "Resmiye Ewad" bigirin, ku temenê wê 65 sal e.

Li gor zanyariyên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, xwîşka Bexdadî li nêzîk bajarokê Ezazê li bakurê Sûriyê hatiye girtin.

Tirkiyê derbarê sedema girtina wê xwîşka serkirdeyê DAIŞê de û herwiha li ser kesatiya wê ti zanyariyên zêdetir belav nekiriye.

Girtina wê xwîşka Ebûbekir Bexdadî di demekê de ye, ku li gor raporteke New York Times, Bexdadî ji bilî vê xwîşkê, xwîşkeke din û pênc birayên wî hene, lê nayê zanîn ku çend kes ji wan di jiyanê de mane.

Roja Yekşemê 27ê Cotmeha derbasbûyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî kuştina Xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî ragihand û got, Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerêkayê de, ku du demjimêran dom kir, tevî sê zarokên xwe û çend çekdarên din ên DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyê hatiye kuştin.