Aydin: 7 endam û birêvebirên DEM Partiyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê hêzên ewlehiyê bi ser çend cihan de girt û 7 endam û birêvebirên DEM Partiyê desteser kirin.

Roja înê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê di çarçoveya lêkolînekê de biryara desteserkirina 10 kesan da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêkolîna serdozgeriyê de li bajarê Aydinê bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girt û 7 kes desteser kirin ku piraniya wan endam û birêvebirên DEM Partiyê ne.

Di nav kesên desteserkirî de birêvebirên rêxistina navçeya Germencîkê ya Aydinê Gorkem Ozyurek, Sedanur Aydin û Seroka Rêxistina navçeya Efelerê ya Aydinê Helîn Uçar hene.

Hêzên ewlehiyê her wiha ji bo desteserkirina 3 kesan jî ku di dema operasyonê de ne li navnîşanên xwe bûne dest bi lêkolînê kir.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê hêzên ewlehiyê her 7 kesên destesekirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Aydinê û sedema desteserkirina wan nayê zanîn.

Her wiha 24 saetan hevdîtina wan a bi parêzeran re jî hatiye qedexekirin.

Li aliyê din, birêvebir û endamên rêxistina bajêr û navçeyên Aydinê yên DEM Partiyê jî çûn pêşiya Rêveberiya Ewlehiyê ya Aydinê.