Hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê diyar bû

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ragihand.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ragihand ku 4 milyon û 741 hezar û 115 kesên biyan bi awayekî yasayî  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dimînin.

Ji wan 3 milyon û 279 hezar û 152 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de ne.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Atîlla Toros li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku heta 28ê Îlonê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 741 hezar û 115 kesên biyanî bi awayekî yasayî dimînin û got:

“Nêzîkî ji sedî 70yê Sûriyeyiyan di parastina demkî de ne ku ew jî 3 milyon û 279 hezar û 152 Sûriyeyî ne.”

Bi gotina Toros milyonek û 174 hezar û 13 kesên biyanî bi armanca xwendin, geşt, veberanîn û bazirganiyê çûne Tirkiyeyê û mafê niştecihbûnê yan jî muhleta karkirinê wergirtine û li Tirkiyeyê dimînin.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Atîlla Toros anî ziman:

“Li welatê me 287 hezar û 950 biyanî di parastina navdewletî de ne û heta Tebaxa 2023yan jî bi giştî 32 milyon û 525 hezar û 92 kesên biyanî bi awayekî yasayî hatine welatê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst