3 birîndarên şewata Hemdaniyeyê li Stenbolê canê xwe ji dest da

Stenbol (Rûdaw) - 20 birîndarên şewata Hemdaniyeyê bi balafira leşkerî ya Îraqê, 2ê Çiriya Pêşîn birin Stenbolê.

Birîndar ji Balafirgeha Stenbolê bi ambulansan ji bo vê nexweşxaneya taybet hatin anîn û dermankirina wan berdewam dike.

Ji 20 birîndarên şewata Mûsilê 3 kesan li Stenbolê canê xwe ji dest da. Cenazeyên wan ji bo Mûsilê hatin şandin.

“Jineke ducanî û 3 zarok hene”

 Di nav birîndarên ku tên tedawîkirin de jineke ducanî û 3 zarok jî hene.

Li gorî Seroka Giştî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Yeni Yuzyilê ya Gaziosmanpaşayê, ji ber ku 6 birîndar girêdayî cihaza hilmijê ne dê dermankirina wan heyameke dirêj bajo.

Serokê Beşa Tehliyeya Tibî ya Wezareta Tendurustiyê ya Îraqê Dr. Ehmed Ednan, ji Rûdawê re da zanîn, eger heye ji bo dermankirinê hejmarek birîndarên din jî ji Îraqê bînin Tirkiyeyê.

“Jiyana Seîd serûbin bûye”

Di şeva 26ê Îlonê de, ew şewata ku li qezaya Hemdaniyeyê ya Mûsilê ya Îraqê li hola dawetê de derketibû jiyana Seîd serûbin kir.

Seîd, yek ji birîndar û şahidê wê şewatê ye ku niha bi xem û keser li Stenbolê li ber derê nexweşxaneya taybet li benda xebereke xêrê ye.

Di nav birîndarên ku ji Mûsilê birine Stenbolê de hevjîna Seîd jî heye lê rewşa tenduristiya hevjîna wî xirab e.

Seîd bes rojê dikare 5 deqeyan hevjîna xwe bibîne.

Di bûyera şewatê de 5 xizmên Seîd mirine, ew jî bi sivikî birîndar bûye.  

Birîndarê şewatê Seîd ji Rûdawê re got, “Rewşa me ne baş e, rewşa nexweşên me ne baş e, me ti zanyarî li ser rewşa nexweşên xwe nîne.

Heta niha nexweşxane bixwe kar dike û em haydarî tiştekî nînin.

Her roj tenê 5 deqeyan destûr didin me ku em wan bibînin, rê nadin em bêhtir bi wan re bimînin, ji ber wê ti zanyariyeke me li ser wan nîne.”

Eger heye hinek birîndar din jî bibin Tirkiyeyê

Serokê Beşa Tehliyeya Tibî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê Dr. Ehmed Ednan ku bi birîndaran re çûye Stenbolê ji Rûdawê re da zanîn, eger heye ji bo dermankirinê hejmarek birîndarên din jî ji Îraqê bibin Tirkiyeyê.

Dr. Ehmed Ednan got, “‌Heta niha me 20 birîndar anîne, mixabin 3 ji wan canê xwe ji dest daye, yên ku li vir têne dermankirin birîna wan ewqas giran bû ku me nedikarî li Îraqê wan çareser bikin."

 Ji ber wê biryar hat dan ku bi awayeke taybet wan bînin Stenbolê, li ser vê mijarê peywendiyeke baş li ser asta bilind di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Tirkiyeyê de heye.

Ev birîndarên ku pêdiviya wan bi çareserkirineke taybet heye, her roj nirxandin bo rewşa wan tê kirin û li ser vê biryarê didin ku wan bişînin Stenbolê.”

3 birîndaran canê xwe ji dest da

Ji 20 brîndarên şewata Mûsilê 3 kes li Stenbolê canê xwe ji dest da. Cenazeyên wan şandin Mûsilê.

Dermankirina 17 brîndaran li Nexweşxaneya Zanîngeha Yeni Yuzyilê ya Gaziosmanpaşayê berdewam dike.

Serbijîşka Nexweşxaneya Zanîngeha Yeni Yuzyilê ya Gaziosmanpaşayê Doç. Dr. Derya Bayirli Turan jî got:

“Niha 11 nexweşên me di beşa çavdêriya hûr de, 7 nexweş jî li servîsê tên dermankirin.

Mixabin ji nîvî zêdetir nexweşên me ji sedî 40 zêdetir bandora şewatê li ser wan hene.

6 birîndarên di beşa çavdêriya hûr de ne girêdayî cihaza hilmijê ne. Ji loma jî wê dermankirina wan heyameke dirêj bajo.”

Di nav birîndarên ku tên tedawîkirin de jineke ducanî û 3 zarok jî hene.