Tezkereya Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya li ser dirêjkirina mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Îraqê pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin kirin.

Tezkereya Serokkomariyê ya li ser dirêjkirina erkê mayîna leşkerên Tirkiyeyê 2 salên din li Başûr û Rojavayê Kurdistan, Îraq û Sûriyeyê ji Parlamentoya Yirkiyê re hat şandin.

Tê pêşbînîkirin ku hefteya bê Parlamentoya Tirkiyeyê gotûbêjan li ser tezkereyê bike.

Di tezkereya ku bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê hatiye şandin de tê gotin:

“Berdewamiya hebûna hêmanên wek DAIŞ û PKKyê li Îraqê û hewldanên li ser cûdabûna etnîkî li ser aştiya navçeyê, aramî û ewlehiya welatê me gef in.

Di serî de  PKK/PYD-YPG û DAIŞ rêxistinên terorî yên ku hebûna xwe li Sûriyeyê li qadên nêzîkî sînorên me didin berdewamkirin li ser çalakiyên xwe yên li dijî sivîlan, welatê me û ewlehiya me berdewam in.”

“Divê dema tezkereyê were dirêjkirin”

Di tezkereyê de herwiha tê gotin:

“Li dijî tevgerên cûdakar ên li dijî ewlehiya niştimanî ya Tirkiyeyê, ji bo wergirtina tedbîrên li dijî gefa terorê û her core metirsiyên ewlehiyê, ji bo nehîştina êrişên hemû rêxistinên terorî yên li Sûriye û Îraqê  û metirsiyên koça bipêl û metirsiyên din, ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyeyê ji hewildanên dabeşker ên li ser sînorên başûrê Tirkiyeyê yên yekalî û ti rewabûna wan nîne û pêşhatên di vî warî de, ji bo ku her dema pêwîst bû Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bikarin li derveyî sînor operasyonan pêk bînin û hêzên çekdar ji bo welatên biyanî bên şandin û ew hêz li gorî esasên ku serokkomar diyar kirine bên bikaranîn.

Divê dema tezkereyê ku herî dawî 30ê Cotmeha 2023yan hatibû dirêjkirin, ji wê dema ve 2 salan bê dirêjkirin û ez zanyariyên pêkanîna karên pêdivî ji bo vê tezkereyê li gorî xala 92an a Destûra Bingehîn pêşkêşî we dikim.”

Dema mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Îraq û Sûriyeyê herî dawî bi biryara Parlamentoya Tirkiyeyê 26ê Îlona 2021ê 2 salan hatibû dirêjkirin.

Bi berdewamî salek yan 2 salan tê dirêjkirin

Tirkiyeyê cara yekem sala 2007an ji bo şandina leşkerên xwe biryara tezkereyê ji parlamentoyê derxist û leşkerên xwe di nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê de bi cih kirin.

Ev tezkere 6 salan bi ser hev salekê hat dirêjkirin, piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê di sala 2011ê de  Tirkiyeyê ji bo şandina leşkerên xwe ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna operasyonan biryara tezkereyê dabû.

Piştre di çarçoveya wê tezkereyê de leşkerên xwe di nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de bi cih kirin û beşeke herêman jî bi temamî dagir kirin.

Tezkereya li ser dema mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Sûriye û Îraqê bi berdewamî salek yan 2 salan bi biryara Parlamentoya Tirkiyeyê tê dirêjkirin.